Erdogan: Kurê Bexdadî jî hatiye girtin

Serokmarê Tirkiyê aşkere kir, kurê Bexdadî jî hatiye girtin. Herwiha ewê di serdana wî ya ji bo Amerîkayê de, derbarê êrîşa wan ya li ser Rojavayê Kurdistanê de guftûgoyan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokmarê Tirkiyê aşkere kir, kurê Bexdadî jî hatiye girtin. Herwiha ewê di serdana wî ya ji bo Amerîkayê de, derbarê êrîşa wan ya li ser Rojavayê Kurdistanê de guftûgoyan bikin.

Serokmarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li firokxaneya Esenbogayê berî serdana Mecerê bike di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, wan rêkeftin bi Amerîkayê kiribû ku di heyama 120 demjimêran de YPG ji sînoran vekişe, lê ew venekişiyane.

Amaje bi rêkeftina bi Rûsyayê re jî û got, ew bi Rûsyayê jî lihev kiribûn, ku YPG di heyama 150 demjimêran de xwe ji sînor vekişin, lê dîsa jî venekişiyane.

Serokomarê Tirkiyê da zanîn, ewê di serdana xwe bo Amerîkayê de van babetan bi Serok Donald Trump re guftûgo bike.

Erdogan ragihand, hevjîna Bexdadî û zarokê wî hatine girtine û bi taqîkirinên DNA jî hatine piştrastkirin.

Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin, Erdogan dê 13ê vê mehê serdana Amerîka bike û ligel Trump bicive.  

 

S. B