Îraq bi bombên Îranî xwenîşanderan dikuje
Di raporteke nû de derbarê xwenîşanderên Îraqê, Rêkxistina Lêburîna Nêvdeletî (Emnistî) aşkera kirîye, ew bombên hêsirrêjên bo kuştina xwenîşanderên Îraqî dihên bakahînan, Îranî ne.
K24- Hewlêr
Di raporteke nû de derbarê xwenîşanderên Îraqê, Rêkxistina Lêburîna Nêvdeletî (Emnistî) aşkera kirîye, ew bombên hêsirrêjên bo kuştina xwenîşanderên Îraqî dihên bakahînan, Îranî ne.
Di ragehandineke Emnîstî de hatîye, li gor wan wan belgehên bi dest kevtîne, ew bombên hêsirrêjên hêzên ewlekarîyên Îraqê dijî xwenîşanderan bikar dihîne, çêkirina wan Îranî û Sirbî ne, ku bo kuştina xwenîşanderan dihên bikarhînan neku belavekirina wan.
Emenistî xuya jî kirîye, pişekeke mezin ji wan bombên hêsirrêj ji corê M713 û M651 in ku ji alîyê Rêkxistîya Pîşesazîya Îranê ve hatîne çêkirin.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku Emnîstî zanyarî derbarê wan endamên hêzên ewlekarîyê nîne ku ev corê bombên hêsirrêj bikar dihînin, lê daxwaz dike bi zûtirîn dem ev bombên hanê bihên dûrxistin û êdî nehên bikarhînan û vekolînên zelal û aşkeran bo sizadan serpêçîkaran bihên encamdan.