Soylu: Dûşemiyê em DAIŞiyan vedigerînin welatên wan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu ragihand, ku ji roja Dûşemiyê ve (11 Mijdar) dê DAIŞiyan girtî û xwedî rêgeznameyên welatên biyanê dê vegerînin welatên wan

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu ragihand, ku ji roja Dûşemiyê ve (11 Mijdar) dê DAIŞiyan girtî û xwedî rêgeznameyên welatên biyanî dê vegerînin welatên wan.

Soylu diyarkir: Em dê hevwelatiyên we vegerîn in.  Em ji we re dibêjin: Dem hat, em dê wan, ji we re vegerîn in.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye çendîn caran daxûyaniyên tund girêdayî endamên DAIŞê û ji welatên biyanî dan e û diyarkiribû, ku: Tirkiye ne hotel a DAIŞiyan e.

 

 

C.B