Me ji Kongress daxwaza piştevaniya demdirêj bo Kurd kir

Mezlûm Ebdî:

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand, biryara vekişandina hêzên Amerîkî şaş bû û gelê me ziyan dît. Herwiha daxwaz ji Serok Barzanî dike, ku ji bo nêzîkirin û yekrêzîya aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê rola xwe bibîn e.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de li ser operasyona kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de ragihand, operasyon derbarê zanyariyên cih û dema operasyonê de bi hêzên Amerîkî re hevbeş bû û roleke îstixbarata HSDê di wê operasyonê de hebû.

Amaje bi wê da, hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê yên rêza yekem û duyem li Idlib û herêmên di destê Tirkiyê de ne, hene. DAIŞ herêma Idlibê ji xwe re cihekî aram dibîne, ji ber ku li wê herêmê gelek hêzên nêzîkî hizra DAIŞê hene û ji wan herêma êrîşên li dijî HSDê amade dikin. Bexdadî amadekarî dikirin ji Idlibê biçe cihekî din ê di destê Tirkiyê de û berî vê yekê bike, operasyon hate kirin û ew hate kuştin.

Derbarê rêkeftina Rûsî – Tirkî de Ebdî diyar kir, ji bo ku li herêmên di destê HSDê de ne şer lê dernekeve û Tirkiye gefên xwe yên dagîrkeriyê bicih neyîne, ew ji rêkeftinên navdewletî re vekirî ne. Rêkeftina Putin – Erdogan jê dihat fêmkirin, ku dê bibe sedema qirkirina netewî, lê piştî guftûgoya bi aliyê Rûsî re, wan daxwaz jê kir ku gelên li herêmê dijîn, bê parastin nemînin, me bi Rûsyayê re jî li ser vê xalê lihev kir.

Amaje bi wê jî da, hêzên HSDê ji hin navçeyan vekişiyan û hêzên parastina sînor ên rêjîma Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê belav bûn, lê ev yek nayê wê wateyê ku dê herêmên me bê parastin û rêveberî bimîne.

Got jî: Me dagîrkerî qebûl nekiriye, me agirbest qebûl kiriye. Herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dê bêne rizgarkirin, lê dê ev prose dê dirêj bike.

Li ser pirsa riya navdewletî ya M4, Mezlûm Ebdî got, armanca Tirkiyê kontrolkirina vê rêyê û cudakirina herêmên Rojavayê Kurdistanê ye. Heta niha çarenivîsa wê ne diyar e û ew li gor rêkeftinên aliyan dimîne. Lê nabe ev riya navdewletî bikeve destê Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve.

Derbarê vekişîna hêzên Amerîkî de, Fermandarê HSDê got: Biryara vekişandina hêzên Amerîkî şaş bû û gelê me gelek ziyan jê dît. Min ji Serok Trump û endamên Kongressê re ev helwesta xwe diyar kir. Lê Amerîka dewleta dezgehan e û Kongerss li dijî vê biryarê derket. Herwiha gelek fişar tên kirin, bo vekişîna hêzên Amerîkî ta çareseriyeke giştî li Sûriyê çê bibe û bidawîbûna şerê DAIŞê bê rawestandin. Di encamê de jî Amerîka biryara vekişandinê rawestand.

Fermandarê HSDê naveroka pêwendiya telefonî bi Serokê Fransa Emmanwel Macron re aşkere kir û da zanîn, naveroka pêwendiyê bo dirêjkirina agirbestê û rawestandina êrîşa Tirkiyê bû, mijara din jî ew bû, mîkanîzma navdewletî bo herêma Tirkiyê dagîr kiriye û herênên dinî were danîn.

Got jî: Pêwendiyên me bi endamên Kongressê re hene. Kongressa Amerîkî dixwaze biryara vekişandina hêzên Amerîkî kar dike. Biyara dawiyê ya Serok Trump a hîştina hêzê jî, ji encama pêwendiya me bi Kongressê re bû. Herwiha me ji Kongress daxwaza piştevaniya demdirêj bo Kurd kir.

Li ser pêwendiya bi Serê Amerîka Donald Trump re, Ebdî got: Nerîna Trump ne li gor rastiya li ser erdê heye ye. Min ji Serok Trump re got, hîna rêjîma Sûriyê mafên Kurdan nedaye, divê hûn û Rûsya giraniya xwe bixin ser Sûriyê bo çareseriyeke navdewletî bê danîn.

Herwiha got: Hatina Amerîka bo Sûriyê, ji bo 2 armancan bû, şerê DAIŞê û pirsgirêka Sûriyê bê çareserkirin, herdu armanc jî hîna bidawî nebûne. Piştî pêwendiya me bi hev re, hin guhartin di helwesta Serok Trump de bi awayekî hat guhartin. Trump got, emê piştevaniya demdirêj bikin û Tirkiyê siza bidin heger êrîş bike.

Mezlûm Ebdî amaje bi rola Serok Barzanî kir û daxwaz ji Serok Barzanî kir, ku rolê ji bo nêzîkirin û yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bibîne.

Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê di beşeke din jî daxwaz ji hêzên Kurdistanî yên perçeyên din Kurdistanê kir, bibin yek û civîneke netewî ji bo piştevanîkirina li Rojavayê Kurdistanê girê bidin û got: Parastina Rojavayê Kurdistanê erkekî netewî ye.

Tekez kir jî, divê partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî berî her tiştî bibin yek û nakokiyên xwe bidin aliyekî.