Serokatîyên Îraqê daxwazîyên xwenîşanderan gotûbêj dikin

Hersê serokatîyên Îraqê û civata dadwerîyê derbarê xwenîşandanên Îraqê civîyan.

K24- Hewlêr

Hersê serokatîyên Îraqê û civata dadwerîyê derbarê xwenîşandanên Îraqê civîyan.

Li gor ragehandina nivîsîngeha serokatîya Îraqê belav kirîye, di wê civînê de tekez hatî kirn li ser berengarbûn û girtina wan kesên ku tundûtîjî li bernabera xwenîşanderan bikarhînane bi rêya revandin û girtina çalakvanên sivîl û xwenîşanderan hewil dane dawîyê bi xwenîşandanan bihînin.

Di ragehandinê de hatîye, hersê serokatîyên Îraqê tekez kirîne li ser vekirina dosêya gendelkaran û girtina wan, vêcar di her post û pileyekê de bin. Herweha kar li sre derkirina yasaya nû ya helbijartinê hatîye kirin.

Hersê serokatîyên Îraqê amaje bi wê yekê jî kirîne,  ku kar dihêt kirin li ser gotûbêjeke nîştîmanî û pêdaçûnê dikin bi sîstema fermandaîya Îraqê û destûra welat. Herweha xuya kirine ku xwenîşandan sedemek başe bo givaş xistine ser alîyên sîyasî û hikumetê.