Endamê DAIŞ di navbeyna Yunanistan û Tirkiye de asê ma
Liser biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiye, DAIŞiyên girtî bi rêgez biyanî, ji îro ve, dê ji Tirkiye bên derxistin û radestî welatên wan bên kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Liser biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiye, DAIŞiyên girtî bi rêgez biyanî, ji îro ve, dê ji Tirkiye bên derxistin û radestî welatên wan bên kirin.
Di vê çarçoveyê de, endamek DAIŞ bi regez hevwelatiyê Amerika, ji deriyê sînorî yê Tirkiye Pazarkule ve bo Yunanistanê hate dersînor kirin. Lê, karmendên li aliyê sînor ê Yunanistanê – Deriyê sînorî Kastanies, nehiştin ew DAIŞî derbasî Yunanistanê bibe. Tirkiye jî, ew endamê DAIŞ wernegirt û niha ew endamê DAIŞ di navbeyna sînorê her du welatên de asê ma ye.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu ragihandibû, ku ji roja Dûşemiyê ve (11 Mijdar 2019) ew dê endamên DAIŞ bi regez biyanî radestî welatên wan bikin û Tirkiye ne Hotel a DAIŞiyan e.
C.B