Adil Ebdulmehdî: Îraqê pêwîstî bi hevwarkirina destûr û çaksazîyê ye
Serok wezîrên Îraqê, Adil Ebdulmehdî ragehand: Xwenîşandan û nerazîbûna xelkê giringe, lê pêwîste alîyên nerênî yên wan xwenîşandanan bihên burandin û rê nedîn gêleşok bikeve nav welat û gendelî zêde bibe.
K24- Hewlêr

Serok wezîrên Îraqê got: nabe û gunacayî nîye hikumetek temenê wê çend meh bin û bikeve jêr barê berpirsyartîya tevahîya pirsa gendelîyê di welat de.
Got jî: Hinek têkder bi mebest hêzên ewlekarêyê dikin aramanc daku wan karvedan hebin. Xwenîşandan mefê xelkê ye û pêwîste ev maf bi destûr wergirtin ji wezareta navxweyî bihêt encamdan.
Herweha got: Îraqê pêwîstî bi hevwarkirina destûr û çaksazîyê ye di sîstema helbijartinan de.