Amerîka û Tirkiye li ser herêma ewle ji rêkeftinekê dûr in

Karvedanên li ser avakirina devera ewle ya li Rojavayê Kurdistanê ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de tê plankirin berdewam e. Tirkiye ji xeynî bi serperîştiya artêşa Tirk ya li ser deverê planeke din qebûl neke û amaje dike daxwaza wan a li ser meseleye ji Amerîkayê ji hev cuda ne. Ev rûdanên dawî wek lihevnekirina her dua liyan tê destnîşankirin. Bi nêrîna pisporan her du alî ji leşkerên wan li herêmê neyên hemberî hev bi rêya dîplomasiyê danûstandinên xwe dê bidomînin.

K24- Stenbol

PKG Mijara avakirina herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê di navbera Amerîka û Tirkiyê de wek rêkeftinekê hatibû ragihandin. Lê belê axaftina dawî ya Recep Tayyîp Erdogan ê Serokkomarê Tirkiyê wek nîşaneya lihevnekirinê ye.

Erdogan ragihand daxwaza Tirkiye ya Amerîkayê li ser devera ewle ji hev cuda ne eger heta 3 hefteyan serperîştiya herêmê artêşa Tirk neke ew ê li gor serê xwe çareyek peyde bikin.

Li gor Ufuk Urasê akademîsyen axaftina Erdogan taktîkeke siyasî ye, bi van gotinan hewl dide polîtîkaya xwe bi Amerîkayê bide pejirandin.

Ufuk Uras, zanîstê siyasî got: Hem li Idlîbê, hem jî li Bakurê Sûriyê, bêyî Amerîka û Rûsya tu kes nikare dest bi planeke li gor serê xwe pêk bîne. Axaftina Erdogan ne wek gefek e lê bi vî awayî hewl dide ku helwesta Amerîka biguherîne. Her du alî ji bo çareseriyê şûna rêbaza leşkerî wê proseyeke dîplomatîk tercîh bikin. Kes li hêviya wê nebe ku Amerîka dê dev ji piştgiriya YPG berde. Dibe ku polîtîkayên YPG piçek were sistkirin.

Tirkiye di wê baweriyê de ye ku Donald Trump ê Serokê Amerîka ji Pentagonê xwediyê fîkreke cuda ye li gor pisporan peyamên dawî yên Tirkiyê di ser vê cudahiyê re tên belavkirin.

Îlter Turan-Pisporê Pêwendiyên Navdewletî, dibêje: Ev cudahiya li nav saziyên Amerîka ji hêla Tirkiyê ve tê dîtin û di ser vê re Enqere hewla cîbicîkirina plana xwe dide. Ez bawer nakim leşkerên her du aliyan werin hemberî hev. Bi ya min rêkeftineke wiha dibe biçe serî: Ji bo hin deverên sînorkirî Amerîka dibe ku rê bide artêşa Tirkiye

Li gor nêrîna pisporan der barê herêma ewle de Amerîka û Tirkiye ji bo krîzeke mezin rû nede danûstandinên xwe yên dîplomatîk dê berdewam bikin û hewl bidin çareyek siyasî peyde bikin loma operasyoneke leşkerî ya li aliyê Çemê Rojhilatê Feratê ne pêkan e.