Berpirsên Iraqê û tirsa derbazbûn a çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê

Her li gel destpêkirina êrîşên Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê, berpirsên bilind ên Iraqê, berdewam behsa tirsa derbazbûn a çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê dikin.

K24- Hewlêr

Her li gel destpêkirina êrîşên Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê, berpirsên bilind ên Iraqê, berdewam behsa tirsa derbazbûn a çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê dikin.

Serokwezîrê Iraqê ev mijar li gel berpirsên Amerîkayê jî, behs kiriye. Wezîrê bergirî yê Iraqê, seredana navçeyên sînorî li parêzgehên Neynewa û Enbar kir û da xuyakirin, çendîn çekdarên DAIŞê yên ji Sûriyê reviyan e, li Iraqê desteser kirin e.