Kenda nîgerane ji tundûtîyê li Îraqê û piştîvanîya xwe bo xwenîşanderan nîşan dide
Evro, Yekşembîyê, Kenda yê nîgeranîya xwe nîşan da bi sedema zêdebûna tundûtîjîyê di xwnîşandanan de û got: Ew piştîvanîya xwenîşandanên aştîyane û azadîya rojnamevanîyê dikin.
K24- Hewlêr
Evro, Yekşembîyê, Kenda yê nîgeranîya xwe nîşan da bi sedema zêdebûna tundûtîjîyê di xwnîşandanan de û got: Ew piştîvanîya xwenîşandanên aştîyane û azadîya rojnamevanîyê dikin.
Ji destpêka xwnîşandanên Îraqê, ku berê meh û nîvan destpêkirîne, haya niha zêdetir ji 320 xwenîşander hatîne kuştin û nêzîkî 15 hezar kes jî birîndar bûne.
Wezareta derveya Kenedayê di beyanekê de ku wêneyek ji wê gehaye Kurdistan24: (Hikumeta Kenedayê nîgeranîya xwe nîşan dide beranber berdewambûn a tundûtîjîyê ku bû ye sedema zedebûna kuştîyan di xwenîşandanan de li Îraqê. Hikumeta Kenedayê bi berdewamî piştîvanîya mafê xwenîşandanên aştîyane û azadîya rojnamevanîyê dike).
Di beyanê de hatîye: Gelê Îraqê hejî akincî û geşesendin û tenahîyê ye û hikumeta Kenedayê piştîvanî û hana danûstandina avakar dike bo teva ya Îraqîyan.
Berê jî: Birîtanîya û Emerîkayê bikarhênana tundûtîjîyê dijî xwenîşanderan şermezarkirin û daxwaz ji hikumeta Îraqê kirin daxwazîyên xwenîşanderan bicih bihînin.
Xwenîşanderên Îraqê daxwaza çûna bijarteya sîyasî dikin û dibêjin wan nekarîye kêmtirîn pêdawîstîyên jîyanê dibîn bikin bo hewelatîyan.