Emerîka sizayên abûrî bi ser hejmareke berpirsên Îraqî re disepîne

Mayîk Pompêw, wezîrl derve yê Emerîkayê tekez kir, li berdewamîya xwenîşandanên xelkê Îraqê li dijî desthelatdarên wî welatî, waşintun sizayan bi ser hejmareke berpirsên Îraqî re dê bisepîne.

K24- Hewlêr

Mayîk Pompêw, wezîrl derve yê Emerîkayê tekez kir, li berdewamîya xwenîşandanên xelkê Îraqê li dijî desthelatdarên wî welatî, waşintun sizayan bi ser hejmareke berpirsên Îraqî re dê bisepîne.

Di kongireyeke rojnamevanî de, li baregeha wezareta derveya Emerîkayê, Pompêw got; Di demkê de ku berpirsên Îraqê bûyîne sedema nehametîyan bo gelê Îraqê, Em êdî nekarîn dest bestî bîn ji ewa li wî welaî rûdide.

Wezîrê derve yê Emerîkayê amaje bi wê yekê jî da: (Emerîka hemû desthelatên rewayên xwe bikar dihîne daku sizayan bi ser wan berpirsên gendelên Îraq re li bisepîne, ku samanên xelkê didizin û herweha bi ser wan kes û alîyan jî ewên ku xwenîşanderan dikin armanc), bê ku navê ti berpirs û alîyekî bihîne.

 

Çavkanî: Royterz