12 firkisyon û alîyên sîyasî yê sereke li Îraqê 45 roj delîve dane hikumetê

Hejmarek ji alîyên sîyasîyên Îraqê, duhî civîyan û bersiva xwazta xwenîşanderên Îraqê li ser çend biryar û rêkaran rêkkevtin.

K24- Hewlêr

Hejmarek ji alîyên sîyasîyên Îraqê, duhî civîyan û bersiva xwazta xwenîşanderên Îraqê li ser çend biryar û rêkaran rêkkevtin.

Bîrewername ya biryar û rêkaran ji alîy 12 alîyên sîyasî hatîye wajûkirin û têde razîbûne yasaya helbijartinan bihêt guhertin û rê bidin berjarên serbxwe û komisyoneke nû ya helbijartinê bihêt pêkhînan û guhertin di kabîneya hikumetê de bihêt encamdan.

Alîyan daxwaz jî kirîye, hikumet û alîyên ewlekarîyê wan destan aşkera bikin ku tawan beranber xwenîşanderan encam dane û wan bidin dadgehê û çarenivîsa revandîyan bihên aşkerakirin.

Alî û firakisyonên pişikdar di hikumet û perlemanê de dema 45 rojan danane bo cîbicîkirina daxwazîyên çaksazîyê û heke hikumetê şikest anî li cîbicîkirina wan daxwazîyan, ew dê pabend bin bi guhertina hikumetê û ji karxistina wê û wê çaxê jî wan helbijartinên pêşdem daxwazin.

 Her yek ji Hevpeymanîya Fetih, bi serokatîya Hadî Amirî, Hevpeymanîya Dewleta Yasayê bi serokatîya Nûrî Malikî wajû li ser evê bîrewernameyî kirine.