Li Tirkiyê gefên ser parêzer û mafnasan zêde dibe
Hiqûqnas radighînin, ku li Tirkiyê, bi rewşa aloz re binpêkirina hiqûqê û mafên civakê her diçe berfereh dibe û gefên liser hiqûqnas û parêzeran jî, êdî rewa tê dîtin. Parêzer tînin ziman, ku divê parêzer serbixwe û azad bikarin peywirên xwe bicîh bînin, da ku mafê parastinê ya civakî bê parastin.
K24- Amed
Hiqûqnas radighînin, ku li Tirkiyê, bi rewşa aloz re binpêkirina hiqûqê û mafên civakê her diçe berfereh dibe û gefên liser hiqûqnas û parêzeran jî, êdî rewa tê dîtin. Parêzer tînin ziman, ku divê parêzer serbixwe û azad bikarin peywirên xwe bicîh bînin, da ku mafê parastinê ya civakî bê parastin.
Siyasetmedar û hiqûqnasan ragihandin ku li Tirkiyeyê, hiqûq bi awayekî kêfî tê birêvebirin û ev jî buye sedem ku di her warê jiyana civakî de binpêkirinên mafên mirovî zêde bibin. Dîsa balê kişandin ku êdî parezer jî, nikarin bi rêyên hiqûqî karê xwe bikin û hemû civak ji garantiya hiqûqê û serdestiya hiqûqê bêpar dimîne.
Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin, ji bo Kurdistan24 ragihand ku li ser hemû aliyên mualîf, pêkutî, zext û binpêkirinên mafên mirovî pêk tên û sazî û kesên ku bi binpêkirinan re têkoşîn didin jî, ji bê dadî û bê hiqûqî bandora xwe distînin. Aydin da zanîn ku pêkutî û zextên li ser parêzeran jî di rewşeke metirsîdar de ye û êrişên ku tên kirin carina, dibe sedema kuştina parêzeran jî.
Cîhan Aydin (serokê baroya Diyarbekirê) dibêje: "Ev rewşa heyî dikare bi kurte gotina 'êdî xweyê jî bêhn daye' bê rave kirin ku heger parêzer wiha nikaribin, azad û bê gefxwarin karên xwe bikin, tê wê wateyê ku civak hemû ji parastina mafên xwe bê par maye. Em wek Baroya Diyarbekirê, bi Baroyên din yên ku vê pirsirêkê ji xwe re kirine xem ve çi ji destên me tê em dikin. Lê mixabin, her ku diçe, alozbuyîna rewşê, berzbûyîna nijadperestî û çanda lînçkirinê li ser me parêzeran jî bandorên giran dike."
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Mûsa Farisogûllari jî raigihîne ku Hikumeta Tirkiyeyê û pergala Tirkiyeyê hebûna xwe li ser tune kirina Kurdan birêve dibe. Karmend, bijîşk, endezyar û gelek kes, ji karên xwe tên dûrxistin, siyasetmedar tên girtin û hiqûqnas jî, ji wan êrişan bandora xwe dibînin.
Mûsa Farisogûllari (parlamenterê HDP'ê yê Diyarbekirê) got:"Polîtîkayeke, tune kirin, tasfiye kirin û îmha kirina gelê Kurd dimeşînin, yanî jenosîdekî li ser gelê me didin meşandin. Ne tenê li bakûrê Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê heman polîtîqa esas tê girtin. Li Bakûr jî hemû saziyên me tên desteser kirin û hatine dagir kirin. Yanî ji 1925'an û heta îro, ew polîtîqayên tune kirine ango palnê Şark-Islahatê di meriyete de ye."
Parêzer û siyasetmedarên Kurd, balê dikşînin ku bi rêbazên ewlekarî nêzîkbûyîna pirsgirêkan, tenê çareseriyan zehmettir dike û nemayîna serdestiya hiqûqê û zextên li ser parastina civakî ji zerarê bêtir tu tiştekî li Tirkiyeyê zêde nake.