Çend xwenîşanderên din li Îraqê hatin kuştin
Xwenîşandan li bajarên Îraqê berdewam in û 14 xwenîşanderên din jî li Bexdayê hatin kuştin.
K24- Hewlêr
Xwenîşandan li bajarên Îraqê berdewam in û 14 xwenîşanderên din jî li Bexdayê hatin kuştin.
Herçende hikumet û perlemana Îraqê pêngavên baş bi arasteya cîbicîkirina daxwazîyên xwenîşanderan havêjtîye û komeke çakasazîyên giştî encam dane, lê xelkê nerazî berdewamin li ser xwenîşandanan.
Li gor hinek çavkanîyan, 14 xwenîşanderên din li nêzîk pira Ehrar hatin kuştin û 78 kesên din jî birîndar bûn.
Di beranber de, Ebdulkerîm xelef, gotebêjê serbazîyê serok wezîrên Îraqê, red dike ti kes hatibin kuştin.
Wek dîter dibêjin, xwenîşander derbaz bûn ji pira ku ber bi Devera Kesik diçe, lê hêzên ewlekarîyê bi gulle û gaza hêsiran berengarî wan bûn û xwenîşander jî naçar bûn xwe vekişînin.
Xwîndkareke kolîca pizîşkî di nav xwenîşanderan ragehand: Li demjmêr 1:30 şeva burî, li ser pira Ehrar, bi sedema teqekirinê û bombên gazî, çend kes şehîd û birîndar bûn. Herweha hinek haletên henase tengîyê hebûn, herweha got: Bombên dengî jî hatibûn bikarhîna.
Ji alîyê xwe ve, komisyona mafên mirov li Îraqê aşkera kir, di dema çar rojan de 9 kes hatîne kuştin. 6 ji Bexd, 3 li Dîqar û yek jî ji Besra, hevdem 135 kesên din jî birndar bûn.
Di destpêka meha Çiriya Yekema burî de pêleke xwenîşandanan Bexda û bajarên naverast û başûra Îraqê dagirt û li 20 wê mehê de pêla dûyem destpêkir û bi sedema bihevdadana xwenîşander û hêzên ewlekarîyê heya niha bi sedan kes hatîne kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.