Akar: Heger F-35 nekirin, emê li bedîlên din bigerin
Hikûmeta Tikiyeyê radigihîne, heger ew nekaribin ji Amerîkayê firokeyên F-35 bikirin, dê neçar bimînin li bedîlên din bigerin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tikiyeyê radigihîne, heger ew nekaribin ji Amerîkayê firokeyên F-35 bikirin, dê neçar bimînin li bedîlên din bigerin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji Televîzyona “aljazeera” re aşkere kir, wan pêştir xwastin sîstemên berevaniyê “Patrîot” bikirin. Dema ji bo kirîna Patrîotan biser neketin, wan S-400an ji Rûsyayê kirîn.
Akar got jî: Divê hemû kes bizane, heger ew nekaribin firokeyên F-35 ji Amerîka bikirin, dê neçar bimînin bedîlên din bigerin.
Pêştir jî, Wezereta beravniyê ya Tirkîyê ragihandibû, heger Amerika firokeyên F-35 radestî wan neke, ewê firokeyên SU-57 ji Rûsyayê dê bikirin.
Duh berpirsekî Amerîkayê ji “Reuters” re ragihandibû, divê Tirkiye xwe ji mûşekên S-400 xilas bike, heger na, bijardeya cezakirina Tirkiyê ser li masê ye.
Piştî ku di meha Tîrmehê de mûşekên S-400 ji Rûsyayê bo Tirkiyê hatin veguhestin, Amerîka Tirkiye ji bernameya hilberîna frokeyên F-35 de derxistibû û û Washîngtonê biryar dabû ku gemaroyên giran li ser Tirkiyê karîger bike.
Lê belê li şûna ku gemaro bêne karîgerkirin, Amerîka pêşniyazeke nû di mijara F-35, Partoît û hecma aboriyê ji 20 mîlyar Dolarî bilind bike 100 milyar Dolaran de pêşkeşî Tirkiyê dike.
S. B