Seroka Şaxa Stenbolê ya CHPê: Pirsa Kurdî ya hemû Tirkiyê ye

Seroka Şaxa Stenbolê ya CHPê dibêje, pirsa Kurdî, pirsa hemû welatiyên Tirkiyê ye û divê di nav demokrasiyê de were çareserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Şaxa Stenbolê ya CHPê dibêje, pirsa Kurdî, pirsa hemû welatiyên Tirkiyê ye û divê di nav demokrasiyê de were çareserkirin.

Platforma Dad û Kedê li Stenbolê sempozyûmeke bi navê "Li Tirkiyê Lêgerîna Maf û Aştiyê" li dar xist û gelek siyasetmedar û kesayetiyên naskirî beşdarî çalakiyê bûn.

Seroka Şaxa Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu li ser pirsa beşdaran da xuyakirin, li Tirkiyê demên dirêje pirsa Kurdî heye û bi pirsa demokrasiyê re pêwendîdar e. Heta pirsa demokrasî çareser nebe, pirsa Kurdî çareser nabe û ji bo vê jî pêwîst e civak bi dîrokê re rûbirû bibe.

Da xuyakirin, pirsa Kurdî, pirsa hemû welatiyên Tirkiyê ye û pêwîst e zimanekî hestiyar were bikaranîn, da ku ber bi çareseriyê gav bên avêtin.

 

S. B