Tirkiye: “Operasyona Kaniya Aştiyê” qediya ye!

Birêvebiriya pêwendiyên gelerî ya Wezareta Bergirî ya Tirkiye ragihand, ku “Operasyona Kaniya Aştiyê qediya ye, lê binpêkirin û êrîş hemberî me tên kirin, di vê çarçoveyê de bergirî ya rewa pêk tê”

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêvebiriya pêwendiyên gelerî ya Wezareta Bergirî ya Tirkiye ragihand, ku “Operasyona Kaniya Aştiyê qediya ye, lê binpêkirin û êrîş hemberî me tên kirin, di vê çarçoveyê de bergirî ya rewa pêk tê”.

Herweha hate diyarkirin, ku “Di çarçoveya Operasyonên Pençe de 163 terorîst hatine bêbandor kirin”.

Wezareta Begirî ya Tirkiye destnîşan dike: “Di herêmên Operasyona Kanya Aştiyê hatî birêvebirin de, 2 hezar mîn hatine têk birin”.

Ji alî xwe ve, HSD diyar dike, ku êrîşên Tirkiye û çekdarên bi ser ve binpêkirinên agirbestê encam didin. Sivîl tên kuştin û bi sedhezaran kes koçber bûn e.

 

 

 

C.B