Perlemana Îraqê danûstandinan li ser dû piroje yasaya dike
Evro Civata Nwênerên Îraqê, dirêjîyê dide danûstandinên taybet bi herdû piroje yasayên helbijartina Perleman û Komisyona Bilinda Helbijartinanê.
K24- Hewlêr
Evro Civata Nwênerên Îraqê, dirêjîyê dide danûstandinên taybet bi herdû piroje yasayên helbijartina Perleman û Komisyona Bilinda Helbijartinanê.
Biryare evro, Civata Newênerên Îraqê dirêjîyê bide civîna duhî, ku têde vexwîndina yekem û dûyem bo herdû piroje yasa ya helbijartina Perleman û Komisyona Bilinda Helbijartinan hat kirin û evero jî , danûstandinên zêdetir dihên kirin derbarê wan herdû yasayan.
Ji alîyê xwe ve jê, Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwêneran ragehand, piroje yasa ya helbijartina Perlemanê delîveyeke zêdetir bi serkevtina kesên serbixwe û firakisyonên biçûk dide.