Erdogan: Qeter di “herêma ewle” de alîkariya me dike
Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ewê avedankirina herêma ewle di civîna NATOyê de bînin rojevê û Mîre Qeterê soz daye ku ji bo çêkirina xanî û avahiyan li herêma ewle dê alîkarî bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ewê avedankirina herêma ewle di civîna NATOyê de bînin rojevê û Mîre Qeterê soz daye ku ji bo çêkirina xanî û avahiyan li herêma ewle dê alîkariyê bikin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di vegera ji Qeterê de ji rojnamevanan re axivî û got, mijara avedankirina Herêma Ewle ya di bin kontrola Tirkiyê de aniye rojeva Trump û Pûtin û ewê di civîna NATOyê ya 3'ê Berçile de jî bînin rojevê.
Erdogan got, ew destpêkê dixwazin li navbera Girê Spî û Serê Kaniyê bi kûrahiya 30 kîlometre û dirêjahiya 120 kîlometre herêmek ava bikin û tê de xanî, nexweşxane, dibistan û mizgeft hebin ku nîmûneya vê di cîhanê de nîn e.
Erdogan got, Qeterê soz daye ku di avedankirina herêma ewle de alîkariyê bike û da zanîn, Komkara Erebî li dijî Tirkiyê helwest girtiye, lê wan heta niha 40 milyar Dolar ji bo penaberan xerc kirine.
S. B