Hoşdarî dihêt dan derbarê rewşa Îraqê
Serok hoz û kesatîyên başûr û naverasta Îraqê, gazînameyek arasteya Merceê Şîeyan dikin û hoşdarîyê didin ji vegeran Daişê.
K24- Hewlêr
Serok hoz û kesatîyên başûr û naverasta Îraqê, gazînameyek arasteya Merceê Şîeyan dikin û hoşdarîyê didin ji vegeran Daişê.
Di gazînameyê de ku arasteya Elî Sîstanî mezne merceiê bilindê şîeyan kirîne, hejmareke mezin ji serok hoz û kasatîyên Başûr û naverastê Îraqê daxwaza helwêstê ji Sîstanî dikin li beranber van bûyerên niha yên welat û kuştina xwenîşanderan û nebûna yasayê û hebûna ev hejmara mezin ji mafiya û mîlîşyayan li Îraqê. Herweha hoşdarî ji vegerana Daişê û serheldanda şerê navxweyî didin.
Wan serok hozan amadeyîya xwe nîşandane, heke ew qebûl bike; çekan dê helgirin û dest bi şer dikin li gel partîyên gendel û girûpên çekdar.
Ev di demekê de ye, ji destpêka meha bûrî ve xwenîşandan li Îraqê berdewame û heya dihêt hejamra kuştî û birîndaran zêde dibe. Herçende hikumetê çend soz dane bo çaksazîyê û baştirkirina rewşa Îraqê, lê xwenîşander amade nîne dawîyê bi xwenîşandanan bihînin.