Civata Asayîşa Neteweyî ya Tirkiya: Divê terorist ji Tel Refet û Minbic derkevin

Civata Asayîşa Neteweyî ya Tirkiya ragehand: Operasyona artêşa Tirkiya bo ser bakûra rojhelata Sûriya berdewam dibe heya ku tevaya armacîn xwe bicih dihîne.

 

K24- Hewlêr

Civata Asayîşa Neteweyî ya Tirkiya ragehand: Operasyona artêşa Tirkiya bo ser bakûra rojhelata Sûriya berdewam dibe heya ku tevaya armacîn xwe bicih dihîne.

Civata Asayîşa Neteweyî ya Tirkiya, piştî civînê li gel serokê welat, Receb Teyîb Erdogan, beyannameyek derxist.

Di beyannameyê de hatîye: Ew operasyona artêşa Tirkiyayê, ku li 9/10/2019 bo ser deverên bakura rojhelata Suriya destpêkirîye, dê berdewm be heya tevaya armancên xwe bicih dihîne.

 Herweha hatîye: Çaverê dikîn alîyên girêdayî bi rêkkevtina devera aram li bakûra Suriya pabendîyên xwe bicih bikin û tevaya girûpên teroristî li deverê derxînin nemaze li Tel Refet û Minbic.