Tirkiye 11 DAÎŞiyan vedigerîne Fransayê
Hikûmeta Tirkiyê 11 DAÎŞiyên Fransî vedigerîne welatên wan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê 11 DAÎŞiyên Fransî vedigerîne welatên wan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere dike. ewê di destpêka meha bê de 11 endamên DAÎŞê ku welatiyên Fransayê ne, dê dersînor bikin û vegerînin Fransayê.
Di destê Hikûmeta Tirkiyê de 948 çekdarên DAÎŞê yên biyanî hene û ji wan, hejmara herî zêde jî welatiyên Iraqê ne.
Hikûmeta Tirkiyê ji 11ê vê mehê û heta niha nêzikî 20 çekdarên DAÎŞê vegerand welatên wekî Amerîka, Almanya, Brîtanya, Danîmarka û Hollandayê.
S. B