Çaremîn salvegera kuştina Tahîr Elçî
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku ji beriya 4 salan li Diyarbekirê di dema çalakiyeke li dijî şer û aloziyên di nav bajaran de hatibû kuştin hat bibîranîn. Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin got; rewşa mafên mirovan piştî Elçî xirabtir bû û rêveberiya Dewlet û daraz jî serê kuştinên faîl nedîyar digirin. Hevjîna Elçî û Seroka Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan Turkan Elçî'yê jî got; 4 sal in destvala tên ber linge Minareya Çarling.
K24- Amed
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku ji beriya 4 salan li Diyarbekirê di dema çalakiyeke li dijî şer û aloziyên di nav bajaran de hatibû kuştin hat bibîranîn. Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin got; rewşa mafên mirovan piştî Elçî xirabtir bû û rêveberiya Dewlet û daraz jî serê kuştinên faîl nedîyar digirin. Hevjîna Elçî û Seroka Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan Turkan Elçî'yê jî got; 4 sal in destvala tên ber linge Minareya Çarling.
Ji aliyê Baroya Diyarbekirê û Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan ve bernameya bibîranînê ya Tahîr Elçî hat amadekirin. Bi beşdariya malbata Tahîr Elçî, serokên 21 baroyên bakur û Tirkiyeyê, parêzer, parlementer, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û hezkeriyên Elçî rêyrisma bîranîna hat kirin. Girseya ku li ber dergehê Dadgehê civiyan ber bi Minareya Çarling ve meşiyan. Di rêwrisma li ber Minareya Çarling de dawî axaftina Tahîr Elçî ya li dijî şer û aloziyên di nav bajaran de hat guhdarîkirin. Hevjîna Elçî û Seroka Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan Turkan Elçî'yê jî axaftineke hestiyar peşkeş kir û got; ji piştê ve li aşitîxwazê xistin lê ka were da ku dawî li vê şeva bêsibeh were. Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin jî bertek nîşanî nediyarkirina kujerên Elçî da û got; ji aşitiyê dûr ketinek çêbûye û li welat û derdorê welat xelk ji ber şer û aloziyan mexdûr dibin.
Cîhan Aydin, serokê Baroya Diyarbekirê got:"Me bi rêbazên zanîstî raporek da amadekirin û di raporê me 3 faîl destnîşan kirin lê belê dozgeriyê tiştek nekir. Aliyên ku lêpirsînê li ser dosyeyê dikin wekî ku kûjeran vedişêrin tevdigerin. Mufetişên Wezareta Karên Navxw raporek amade kir em jî wê raporê dixwazin. Lê ji me vedişêrin. Lê heta ku em kujerên Elçî aşkere bikin em ê bixebitin."
4 sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bû lê belê heta niha jî ji lêpirsîna dosyeya Elçî tu encamek derneketiye. Li gorî gotinên parlementera HDP'ê û Parêzer Meral Daniş Beştaş'ê delîlên bûyerê hatine reşkirin û îradeyek naxwaze ev bûyer were ronîkirin.
Meral Daniş Beştaş, parlamentera HDP'ê dibêje:"Delîlên li ser dosyeya birêz Elçî wenda dikin ango serê dosyeyê digirin. Meltem Akyol'ê got, me rapora xwe amade kir lê belê tespîtên li ser DNA'yê hatin kirin ji dosyeyê hatin derxistin. Ev mijar girîng e. Ji aliyê din ve dîmenê kameraya ku cihê kûjerê Tahîr Elçî dibîne wenda kirine. Dibêjin em nabînin. Bi qestî van delîlan vedişêrin. Ji Brîtanyayê raporek hat û li gorî wê raporê ji 3 polîsên ku hatine destnîşankirin yek e kujerê Elçî. Dewlet, Hikûmet bixwaze, dadgeh bixwaze di nava 4 saetan de dikare kûjerên Elçî aşkere bike."
Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan jî li ser gora Elçî de got; ev erdnîgarî ji çîrokên dilşewat yên kesên ku têkoşîn aramiyê didin tijî ye û heta ku kesên di bûyera Elçî de berpirsiyarin jî neyên destnişankirin mirov nikare tu caran qala komereke ku bi mafê mirovan mezin dibe bike. Li gorî ku parêzerên dosyeya Elçî dibêjin, 13 çirke ji qeyda kamereya polîsên li cihê bûyerê hatiye qutkurin. Heta niha 2 serdozger û 4 dozgerên dosyeya Elçî hatine guhertin. 4 Polîsên ku di dema bûyerê de bi aliyê Elçî ve gule berdidan di dosyeyê de wekî şahidhal hatine destnîşankirin lê ne wekî gumanbar. Parêzerên dosyeya Elçî amaje dikin ku heger ji hiqûqa navxwe tu encamekî bidestnexin dê dosyeyê bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa'yê.