Alozî di pêwendiyên Tirkiye û Fransa de, derbarê êrîşa Tirkiye
Aloziya di navbera Tirkiye û Fransayê de bi daxûyaniyên hevûdu tometbarkirinê berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Aloziya di navbera Tirkiye û Fransayê de bi daxûyaniyên hevûdu tometbarkirinê berdewam e.
Ev alozî di kombûna rojnamevanî ya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokomarê Fransayê Emanuel Macron de jî, derket meydanê. Macron rexneyên tûnd li Tirkiyê digre û dibêje, Tirkiye li Suriye bi serê xwe tevdigere, lewma nikare hêviya hevkariyê ji NATOyê bike.
“Hevpeymanî ew e, ko hevpeyman piştevanê hev bin. Hevpeymanî ne ew e, tu liser mijarên ko bandor li ser ewlekariya aliyên din dike, bi serê xwe tevbigerî. Tirkiye bi serê xwe biryar da û bi operasyona xwe ya li Suriyê, şerê hevpeymanên me yên dijî DAÎŞê xist bin metirsiyê. Lewma bila Tirkiye daxwaza hevkariyê ji NATOyê nekê.”
Piştî vê axaftinê Tirkiyê jî bersivek lezgîn da. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, wateya axaftinên Macron nîn in û Macron piştevanê terorê ye.
“Macron dixwest li Suriyê dewleteke terorê ava bike. Ez nabêjim dewleta Kurdan. Bala xwe bidinê, dewleta terorê. Operasyona me jî, dawiya hêviyên Macron anî. Ji ber vê hêvîşikestinê Macron nizane çi dibêje. Macron piştevanê terorê ye û li Qesra Elîzeyê bi berdewamî pêşwaziya terorîstan dike.”
Di bin siya van tomet û aloziyan de hefteya bê di 3 û 4ê Berçile de li Londonê, dê Lûtekeya NATOyê birêve biçe. Di wê navberê de, herwiha Serokên Tirkiye, Fransa, Almanya û Brîtanyayê jî, di derbarê pirsa Suriyê û operasyonên Tirkiye yên dijî rojavayê Kurdistanê de lûtkeyek din a çarqolî çêbikin.
C.B