Careke din Konsulxaneya Îranê li Necefê hat şewitandin
Bo cara dûyem di dema hefteyekê de xwenîşanderên Îraqî, konsilxaneya Îranê li bajarê Necefê şewitandin û xwenîşanderan daxwaza nehêlana hejmûn û desthelata Îranê dikin ji Îraqê.
K24- Hewlêr
Bo cara dûyem di dema hefteyekê de xwenîşanderên Îraqî, konsilxaneya Îranê li bajarê Necefê şewitandin û xwenîşanderan daxwaza nehêlana hejmûn û desthelata Îranê dikin ji Îraqê.
Rêvberîya Berevanî Şaristanî ya parêzgeha Necefê di daxyanîyekê de ragehand: Bo cara dûyem xwenîşanderan konsilxaneya Îranê şewitandin û tîmên agir vemirandinê gehiştine wî cihî û ew agir vemiramdin.
Çalakvanên torên civakî çend girteyên vîdîyoyî yên dema şewitîna Konsulxaneyê belav kirîne û bi zelalî xuyaye ku agir û dûkêl ji konsulxaneyê bilind dibe.
Şewitandina Konsulxaneya Îranê piştî çend demjimêran hat ji qebûlkirina nameya dest ji kar vekişandina Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê, ji alîyê Civata Nwênerên Îraqê ve. Herweha roja Çarşembîya burî, bo cara yekem konsulxane ya Îranê hatibû şewitandin.
⛔احراق القنصلية الايرانية في #النجف للمرة الثانية
— أ./محمد النعيمي (@AIWTN_) December 1, 2019
من قبل ثوار #العراق
ردا على اطلاق النار من قبل المليشيات الصفوية pic.twitter.com/JFKF9MitOO