5 serbazên Sûriyê û 22 çekdarên opozisyonê li şerên gundewarê Idlibê hatin kuştin

5 serbazên hikumeta Sûriyê û 22 çekdarên opozisyonê ji encama şer û pevçûnan de li gundewarê Idlibê hatin kuştin.

K24- Hewlêr

5 serbazên hikumeta Sûriyê û 22 çekdarên opozisyonê  ji encama şer û pevçûnan de li gundewarê Idlibê hatin kuştin.

Riwangeha Sûriyê ya Mafê Mirov belavkirîye,  bi sedema tondîya şer û pevçûnan di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û girûpên desteya Tehrîr Elşam li enya şer li gundê Firce li başura rojhelata Idlibê 5 serbazên hikumetê û 22 çekdarên opozisyonê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bune.

Riwangehê da zanîn jî, ku duhî jî artêşa Sûriyê bi alîkarîya firokeyên şer êrîşeke vajî bire ser girûpên opozisyona Sûriyê li gundewarê Idlibê û karî ew gund û bajarokên berî çend rojan ji dest dabûn; careke din vegerîne jêr kontirola xwe.