Rêkxistîya Cîhanî ya Mafên Mirov: Mîlîşîyayên Îraqê xwenîşanderan direvînin
Rêkxistîya Cîhanî ya Mafên Mirov (Hiyoman Rayts Woç) aşkera dike, dîroka revandina xwenîşanderan ji alîyên girûp û mîlîşyayên çekdar li Bexda Berdewame û hêzên Ewlekarîyên Îraqê tuhmetbar dike, ku bi erkên xwe narabin û kêmasî hene li beranbera revandina û girtina xwnîşanderan ji alîyê girûp û mîlîşyayên çekdar.
K24- Hewlêr
Rêkxistîya Cîhanaî ya Mafên Mirov (Hiyoman Rayts Woç) aşkera dike, dîroka revandina xwenîşanderan ji alîyên girûp û mîlîşyayên çekdar li Bexda Berdewame û hêzên Ewlekarîyên Îraqê tuhmetbar dike, ku bi erkên xwe narabin û kêmasî hene li beranbera revandina û girtina xwnîşanderan ji alîyê girûp û mîlîşyayên çekdar.
Aşkera jî dike, çarenivîsa 7 ji xwenîşander û çalakvanên revandî ji Bexdayê dîyar nîne.
Tevî dest ji kar vekişandina Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê xwenîşandanên Îraqê berdewam in û xwenîşander daxwaza dûrxistana tevaya karbidestên Îraqê dikin bi tuhmeta kuştina xwenîşanderan , efsereke Îraqê sizaya sêdaredanê bo derkevt.