Civîna kopîtka NATO li Lendenê birêve diçe
Civîna kopîtka NATO bi pişikdarîya serokên her 29 welatên endam di wê hevpeymanîyê de, li Lenden a Paytexta Birîtanîyayê birêve diçe û evro jî, serokê Emerîka gehişte Lendenê.
K24- Hewlêr
Civîna kopîtka NATO bi pişikdarîya serokên her 29 welatên endam di wê hevpeymanîyê de, li Lenden a Paytexta Birîtanîyayê birêve diçe û evro jî, serokê Emerîka gehişte Lendenê.
Di civînê de bîranîna 70 salî ya damezirandina NATOyê dihêt ku berî 70 salan bo paraztina rojhelata Ewrûpayê ji gefên Yekêtîya Sovîyeta berê hatîye damezirandin.
Donald Tiramp, serokê Emerîka, berî dest bi seredana xwe bike bo Lendenê, ragehand: Pêwîste endamên NATOyê pabend bin bi sozên xwe û budceyeka zêdetir bo wê dabîn bikin û xwercîyên wê wek hev di navbera endamên wê bihêt pişikkirin.
Ji alîyek dî ve, bi sedema hêrişên Tirkiya bo ser Rojava ya Kurdistanê, serokê Firansa, Îmanoyêl Makron rexene li NATOyê girt û bi (mejîyê mirî) navê wê hîna, anku peywendîyên Firansa û Tirkiya wek dû endamên NATOyê ne başe û herdû alîyan rexne hene ji sîyaseta rêkxistîyê.