Dû sînatorên navdarên Emerîka daxwaza sizadana Tirkiyayê dikin
Dû sînatorên Emerîka daxwa ji rêveberîya Donald Tiramp, serokê Emerîka dikin, bi sedema kirîna sîstema berevanîya Mûşekên S400 a Rûsiyayî, siza bi ser Trikiyayê re bihêt sepandin.
K24- Hewlêr
Dû sînatorên Emerîka daxwa ji rêveberîya Donald Tiramp, serokê Emerîka dikin, bi sedema kirîna sîstema berevanîya Mûşekên S400 a Rûsiyayî, siza bi ser Trikiyayê re bihêt sepandin.
Her yek ji Lîndisî Giraham, ji komarîyan û Kirîs Van Holin, ji Demokratîyan di nameyekê de bo wezîrê derve yê welatê xwe, Mayîk Pompêw daxwaz kirîne, pêdivî nake Emerîka zêdetir raweste û êdî dema sepandina sizayane bi ser Tirkiyayê re.
Di wê nameyê de hatîye: Heke rêveberîya Tiramp di sepandina sizayan de bi ser Tirkiyayê re şikestê bihîne, wê demê amaheyeke xirab dibe bo welatên din, bi awayekê ku dikarin sivkatîyê bi yasayên Emerîkayê bikin û xwe ji sizayan derbaz bikin.
Li Emerîkayê, yasa ya (berengarbûna neyarên Emerîkayê bi rêya sizayan), li sala 2017yê derkevt û li gor wê yasayê her welatek keristeyên serbazî ji Rûsiya bikrre, ji alîyê Emerîkayê ve dihêt sizadan.