Hiyuman Raytis Woç: Rusiyayê li Sûriya tawan encam daye
Rêxistna Hiyuman Raytis Woç dibêje: Rusiyayê li Sûriya tawan encam daye û divê berpirsyaretîya wan tawanan helgire.
K24- Hewlêr
Rêxistna Hiyuman Raytis Woç dibêje: Rusiyayê li Sûriya tawan encam daye û divê berpirsyaretîya wan tawanan helgire.
Rêxistina Hiyuman Raytis Woç di raporteke xwe de belavkirîye, ku Rusiya li Sûriya tawan encam daye û welatîyên sivîl kirîye armanc. Herweha got: Firokeyên cengîyên Rusiyayê di meha Tebax a burî de devera Has li gundewarê Idlibê kire Armanc ku ew dever xelkên aware li xwe digirt.
Rêxistinê eşkere jî kirîye, di encama wê êrîşê de, 20 kes hatibûn kuştin ku piranîya wan zarok û jin bûn û bêtir ji 50 kesên din jî birîndar bibûn.
Herweha rêxistnê di raporta xwe de, daye zanîn ku heya niha jî êrîşên hikumeta Sûriyayê bi piştevanîya firokeyên Rusiyayê li ser wê navçeya ku bêtir ji sê mlyon kesên sivîl têde djîn bi tondî berdewamin.