Civîna bilind a Hevpeymaniya NATO destpê kir
. Di civînê de serok û serokwezîrên hemû dewletên endam ên NATO amade ne...
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna bilind a Hevpeymaniya NATO, ku tê de 70saliya NATO jî tê pîrozkirin, li paytexta Ingilistanê Londonê destpê kir. Di civînê de serok û serokwezîrên hemû dewletên endam ên NATO amade ne.
Di civînê de kêşeya êrîşa Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê mijarek sereke ya civînê ye. Tirkiye ji Hevpeymaniya NATO dixwaze YPG wekî rêxistinek terrorist bê pênase kirin. Di destpêkê de Amerika û Fransa û gelek welatên din li dij vê helwêsta Tirkiye ne. Enqere ji aliyê xwe ve, gefan dixwe, ku dikare planên din ên NATO asteng bike.
Di axaftina destpêkî ya civînê de, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, Hevpeymaniya NATO wekî serkeftîtirîn hevpeymaniya serbazî di dîroka cîhanê de binav kir.
C.B