Grûpên çekdar dermansazek ji Girê Sipî revand

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve dermansazek ji Girê Sipî revandin û xaniyên Kurdan hildiweşînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve dermansazek ji Girê Sipî revandin û xaniyên Kurdan hildiweşînin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Grûpên çekdar dermansazek ji gundê Sukeriyê yê rojavayê Girê Sipî revandin, ji ber ku wî dermanên qedexekirî nefirot wan çekdaran.

Rewangehê da zanîn jî, grûpên çekdar dest bi hilweşandina xaniyên Kurdan ên ji encama êrîşa Tirkiyê koçber bûne û xaniyên şervanên HSDê li gundê Kozmat ê başûrê Girê Sipî kirine.

Diyar kir jî, grûpên çekdar ji 30î meha Cotmeha bûrî ve dest bi dizî û talankirina mal û milkên xelkê kirine, ku tenê li gundê Ebo Celod 8 hezar çiwal cehe ji malbata Esfer û Necar ên Kiristiyan in dizîne.

 

S. B