Amerîka hejmara serbazên xwe li Sûriyê aşkere dike
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper aşker kir, Amerîka tenê 600 serbaz li bakurê rojhilatê Sûriyê dihêle.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper aşker kir, Amerîka tenê 600 serbaz li bakurê rojhilatê Sûriyê dihêle.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper ji ajansa “Reuters” re ragihand, Amerîka proseya vekişandina hêzên xwe ji bakurê rojhilatê Sûriyê bidawî kir û tenê 600 serbaz li Sûriyê dihêle.
Diyar kir jî, reng e rewşeke cuda were pêş û hejmar bê guhartin, lê niha di vê demê ev hejmar dimîne.
Derbarê kirîna Tirkiyê ji sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 de, Mark Esper da zanîn, ti rêkefin di wê derbarê de bi Tirkiyê re nîn e.
Ev di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump di civîna Lûtkeya NATOyê li Londonê de ragihand, Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişandine, tenê beşek ji serbazan bo parastina kêlgehên petrolê mane.
S. B