Hêzên Rûsî li Amûde, Til Temir û Eyn Îsayê bicih dibin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gava duyem ji rêkeftina xwe bi Hikûmeta Sûriyê re bicih dike û Rêveberiya Xweser radigihîne, ta nuha ti diyalogên siyasî bi Şamê re çê nebûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gava duyem ji rêkeftina xwe bi Hikûmeta Sûriyê re bicih dike û Rêveberiya Xweser radigihîne, ta nuha ti diyalogên siyasî bi Şamê re çê nebûne.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya ji rojnameva “aawsat” re ragihand, piştî ku hêzên Amerîkî ji bajarokên Til Temir, Amûde û Eyn Îsayê vekişiyan dê hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li wan bajarokan bicih bibin, bo çavdêriya rêkeftina HSDê û artêşa Sûriyê bikin.

Da zanîn jî, ev gava duyem ji rêkeftina HSDê bi Hikûmeta Sûriyê re ye, ya ku bi serperiştiya Rûsyayê hatiye kirin. Diyar kir, gava yekem, belavbûna hêzên sînorparêz ên Sûriyê li ser sînor bû.

Piştî 2 rojan ji êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê, roja 11ê Cotmehê bi serperiştiya Rûsyayê şandeke HSDê li Şamê bi fermandarên artêşa Sûriyê re civiyan û li ser belavbûna artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê lihev kiribûn.

Herwiha piştî rêkeftina Rûsî – Tirkî li bajarê Soçî yê Rûsyayê roja 22ê Cotmehê, HSDê hêzên xwe 30 K.M ji sînor dûrxistin û hêzên Rûsî û Tirkî gerên hevbeş ên çavdêriyê li gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê dikin.

Berî çend rojan jî, HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, wan hêzên xwe dubare belav kirine û li her yek ji Hesekê, Dêrazorê û Dêrikê belav bûne û daxwaz ji her du welatê gerentîkarên agirbestê Amerîka û Rûsyayê kir, rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin.

Bedran Çiya tekez kir, heta niha danûstandinên bi Hikûmeta Sûriyê re tenê di warê serbazî de ne û tevî sozên Rûsyayê, lê hîna ti danûstandinên siyasî nehatine kirin.

Bedran Çiya red kir ku HSDê tevlî şerê Idlibê bibe û tekezî li yekîtiya xaka Sûriyê û mukirhatina li Rêveberiya Xweser û taybetmendiya HSDê di destûrê de kir.

 

S. B