Rewşa Îraqê Emerîka nêgeran kirîye

Mît Rûminî, sînatorê Komarîyan di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Ew weku sînatên Emerîkayê nîgeranin beranber kuştina xwenîşanderên Îraqê û alozbûna rewşa wî welatî.

K24- Hewlêr

Mît Rûminî, sînatorê Komarîyan di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Ew weku sînatên Emerîkayê nîgeranin beranber kuştina xwenîşanderên Îraqê û alozbûna rewşa wî welatî.

Evî sînatorê Emerîkayê got jî: Hêvdarîm hikumeta Îraqê daxwazîyên rewa yên xwenîşanderan bicî bike.

Ev di demekê de ye,  niha sapîta daxwazîyên xwenîşanderan bilind bûye, herçende Adil Ebdulmehdî serok wezîrên Îraqê bi sedema xwenîşandanan dest ji kar vekişnad, lê ev pêngava serok wezîran nebû sedema rewestandina xwenîşandanan û niha xwenîşander daxwaz helweşnadina perlemanê jî dikin û tekez  dikin ku heke ev daxwazîya wan nehêt bicihkirin ew berdewam dibin li ser xwenîşandanan.