Xwenîşanderên Îraqê daxwaza helweşandinê perlemana dikin
Xwenîşanderên Îraqê zêdetir ji mehekê ye di qada Tehrîr a Bexdayê de ne. Piştî dest ji kar vekişandina serok wezîrên Îraqê, daxwazîyên xwenîşanderan niha bûye helweşandina Civata Nwênerên Îraqê û bi ti tişteke din razî nabin.
K24- Bexda

Nûçegehanê Kurdistan24 ku çûye di qada Tehrîr de, dibêje: Piranîya durişim gazîyên wan dij sîyaseta Şîeyên Îraqê ye, ku bi sedema serekîya arêşeyên Îraqê dizanin.
Wek nûçegehanê Kurdistan24 li ser zimanê xwenîşanderan veguhaztîye, bi hev dadin berdewam e û rojane termên qurbanîyan bi durişmên dij bi desthelatdaran dihên birêkirin bo goristanan.
Ev di demekê de ye, bi sedema xwenîşadanan li Bexda û bajarên başûr û naverastên Îraqê, ku durişa wan dest ji kar vekişandina hikumetê û helbijatinên pêşdem bû, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê dest ji kar vekişand, lê niha xwenîşanderan sapşîta daxwazîyên xwe bilind kirîne û daxwaz dikin perleman jî bihêt helweşandin. Weha jî dîyare ku ji daxwazîyên xwe nahên xwar.