Emerîka bo rûbirûbûna Îranê, hizir li şandina hêzên zêdetir dike bo kendavê

Pêntagon hizir li şandina 7 hezar serbazên dike dike ku bişîne kendavê bo rûbirûbûna gefên Îranê.

K24- Hewlêr

Pêntagon hizir li şandina 7 hezar serbazên dike dike ku bişîne kendavê bo rûbirûbûna gefên Îranê.

Hinek berpirsên serbazîyên Emerîkayê bo kenala CNN Emerîkayî aşkera kirine, ku Pêntagon (wezareta berevanî ya Emerîkayê) hizir li şandina 4 heya 7 hezar serbazên din dike bo Rojhelata Navîn dakû şîyanên xwe yên berevanî bihêztir bike di berengarbûna gefên Îranê li Kendavê.

Armanc ji şandina evê hêza zêde, wek berpirs tekez dikin, bo bihzkirina şîyanên asamînîye bi rêya pêkhateyekê ji hêzên Emerîkayî yên asmanî, hişkayî û deryayî, nemaze jî piştî veguhaztina mûşekên Îranî yên kêm mewda bo Îraqê, ev yek jî gefe bo ser hêzên Emerîkayê li wê deverê. Herweah wan berpirsan gotin, reng veguhaztina wan mûşekan bo gefkirinê be li şanşîna Seûdeye.

Berpirsên Pêntagonê jî: Gengeşeya niha dihêt kirin li ser wê yekê ye, ka pêwîste çend şîyanên serbazî bihên zêdekirin bo rêgitinê ji Îranê  û çend dem pêwîst bo veguhaztina hêzan û wan keristeyên serbazî yên nû bo dverê.

Wan berpirsan amaje jî kirin, ku her bi destnîşankirina wan şîyanên serbazîyên pêwîst, dê hejmara hêzên pêwîst jî bihên destnîşankirin. Tekez jî kirin ku di vî warî de heya niha biryarnehatîye dan.

Herweha xuya kirin, renge operasyona belavkirina hêzên zêde bi hejmareke kêmtir jî be, di navbera 3 hezar heya 4 hezar serbazan be.

Wezareta berevanîya Emerîkayê (pêntagon) ragehandibû ku wan berî çend mehan di deryaya Erebî de rêgirî li gemîyeke kiribû, ku  çekên Îranî barkiribû û ber bi Yemenê diçû.

Serokê Emerîkayê, Donald Tiramp ragehandibû, Seûdîye tevaya xercîyan dide bo veguhaztina hêzên serbazîyên zêdekirî yên Emerîkayê bo Seûdîye, ev jî bi cara yekm dana û berê tiştê weha nebûye û got: Berê hewe ti caran tiştek weha ne bihîstîye , hewe di jîyana xwe de nebihîstîye hêzên xwe bo dewleteke din veguhêzîn û em ti peweyan nedîn.

 

Ji CNN û RT hatîye veguhaztin