Îtalîya: Bi rêya serbazî aştî li Sûriya peyda nabe

Wezîrê derve yê Îtalîya raghand bi rêya serbazî aştî li Sûriya peyda nabe.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Îtalîya raghand bi rêya serbazî aştî li Sûriya peyda nabe.

Wezîrê derve yê Îtalîyayê Liwicî Dî Mayo û  şanderê navdewletî bo Sûriya, Gêr Pêdersin li Romayê civîyan. di wê civînê de dî Mayo karê Pêdersin derbarê dosêya Sûriya bilind nirxand û got: Armanca sereke li Sûriyayê aştyeke dem dirêje, Ku bi gotina wî, ew aştî bi hêza serbazî peyda nabe lê belê divê karên dîplomasî bo yekê bihêbn kirin.

Tekez jî kir, divê tevahîya alîyan pabend bin bi cîbicîkirina biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî hejmare 2254.