Li Bexdayê 13 xwepêşander hatin kuştin

Li Bexdayê alozî û şer di navbeyna xwenpêşander û çekdarên nenas de rûda, di encam de 13 xwepêşander hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bexdayê alozî û şer di navbeyna xwenpêşander û çekdarên  nenas de rûda, di encam de 13 xwepêşander hatin kuştin û zêdetirî 40 kesên din jî birîndar bûn.

Îşev, li ser her dû pirên Senk û Ehrar alozî û şer rûda û behsa wê yekê tê kirin, ku çekdarên nenaskirî teqe li xwepêşanderan kirin e û di encam de, 13 xwepêşander hatine kuştin û 40 kesên din jî, birîndar bûn e.

Herweha li meydana Xlan jî, şer derketiye û teqe li xwepêşanderan hatiye kirin û di encam de hejmarek xwepêşander brîndar bûn e.

Li gorî şaneya ragihandina ewlekariyê jî, di şer li nav xwenîşanderan de molotof hatine bikaranîn û niha tîmên berevaniya şaristanî, mijûlî vemirandina agirê wî şerî ne.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Bexdayê ragihand, heta niha nasnameya wan çekdaran ne diyar e, ku teqe li xwepêşanderan kirin e, lê wêneyên wan hatine girtin.

 

 

 

 

C.B