Emerîka: Eger pêwîst kir; hêzeke zêdetir dê bişînin Sûriyê

Wezîrê bergirîya Emerîkayê raghand, eger pêwîst kir hêzeke zêdetir dê bişînin Sûriyê.

K24- Hewlêr

Wezîrê bergirîya Emerîkayê raghand, eger pêwîst kir hêzeke zêdetir dê bişînin Sûriyê.

Wezîrê bergirîya Emerîkayê Mark Êsper di korbendeke asayîşê de, li Kalîfornîya raghand, eger pêwîst kir ne dûre ew hêzeke zêdetir bişînin Sûriyê, lê niha, ew di wê bawerîyê de ne, ku ew hêza niha li wî welatî  heye, xurte û bese.

Got jî: Di wê derbarê de gotûbêj berdewame li gel desteya erkana hevbeş û serkirdatîya navendî ya hêzên çekdarên Emerîkayê ji bo dabînkirina her tişteke ku pêwîst be daku hêzên Emerîkayê erkê xwe bicî bikin.

Berî niha Êsper gotibû, ku derdora 600 serbazên Emerîka li Sûriyê dê bimînin. Her dema welatekê Ewrûpayê xwest hêzê bişîne wê deverê,  di beramber de hejmarek ji hêzên xwe dê vekşînin.