Perlemana Îraqê vekolînê ji kuşûtina xwenîşanderan dike
Evro perlemana Îraqê bo vekolînê ji bûyerîn kuştina xwenîşanderan civîneke ne asayî encam dide.
K24- Hewlêr
Evro perlemana Îraqê bo vekolînê ji bûyerîn kuştina xwenîşanderan civîneke ne asayî encam dide.
Biryare evro, perlemana Îraqê civîneke ne asayî encam dide, ku taybete bi vekolînê ji kuştina xwenîşanderan û burdûmankirina mala Muqteda Sedir. Ew civîn li ser daxwaza Hesen Keibî, cêgirê serokê perlemanê û hejmareke din ji perlemantaran.
Şeva Heynî ya burî, di qada Xelanî, li nêzîk pira Sinek hejmareke çekdaran hêriş kirin ser xwenîşanderan û zêdetir ji 25 xwenîşander hatin kuştin û 130 xwenîşanderên din jî birîndarbûn. Ev jî karvedanê tund jê çîbûn û balyozxaneya hinek welatan li Bexdayê daxuyanî dijî evê bûyerê belav kirin û daxwaza rawestandina tundûtîjîyan û vekolînê ji wê bûyerê kirin.