Wezîrî derve yê Rûsiyayê serdana Emerîkayê dike

Sube, wezîrê derveyê Rûsiyayê serdana Waştinê dike û li gel hevtayê xwe yê Emerîkayî dicive.

K24- Hewlêr

Sube, wezîrê derveyê Rûsiyayê serdana Waştinê dike û li gel hevtayê xwe yê Emerîkayî dicive.

Wezareta derve ya Emerîkayê belavkirîye, biryare sube Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiyayê bi serdaneke fermî bigehe Waşitunê û ji alîyê Mayîk Pompêw bihêt pêşwazîkirin.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, Lavrov û Pompêw di beregeha wezareta derve de dicivin bo gengeşekirina komeke pirsên giring di navbera herdû welatan de û herweha pirsên herêmî.

Karname ya civîna wezîrên Rûsiya û Emerîkayê pêkhatîye ji: pirsên girêdayî Îranê, Suriya û Okraynaherweha çekê navokî ya Koriya Bakûr.

Cara dawîn sala 2017yê bû ku wezîrê derveyê Rûsiyayê seredana Emerîkayê kiribû û li gel Donald Tiramp, serokê Emerîkayê civîya bû.