Li Bexda daxwaz aşkerakirina bikujên xwenîşanderan dihêt kirin

Xwenîşandan li bajarên Bexda, başûr û naverastên Îraqê berdewame û xwenîşander jî niha daxwaza aşkerakirina bikujan û çaksazîya binretî dikin.

K24- Hewlêr

Xwenîşandan li bajarên Bexda, başûr û naverastên Îraqê berdewame û xwenîşander jî niha daxwaza aşkerakirina bikujan û çaksazîya binretî dikin.

Li Bexdayê bi hezaran xwenîşander di qada Tehrîr û Xelanî û li nêzîk pira Sinek mane û daxwaz aşkerakirina bikujên xwenîşanderan dikin û daxwaza çaksazîya bineretî dikin. Herweha çend xalên ewlehîyê li Bexdayê bo paraztina xwenîşanderan ji alîyê mîlîşyayên Seraya Selam a ser bi Muqteda Sedir hatîne duristkirin. Sê pirên sereke yên Bexda li beranber xwenîşanderan hatîne girtin daku xwenîşander negehin Devera Kesik.

Li bajarên Nasirîye, Hille, Dîwanîye, Kût û Necef jî hêzên ewlekarîyê rêkarên tund girtîne pêşîya xwe bo rêgirtinê ji alozbûna xwenîşandanan. Hikumeta xwecihîya Nasirîya Nasirîye bo dû rojên din hat rawestandin. Herweha xwenîşanderan derîyê zanîngeha Kerbelayê daxistîne.