Evro, gera 14 mîn ji danûstandinên Astana li Kazexistanê destpêdike

Evro, gera 14 mîn ji danûstandinên Astana li Kazexistanê birêve diçe.

K14- Hewlêr

Evro, gera 14 mîn ji danûstandinên Astana li Kazexistanê birêve diçe.

Rêveberê nivîsingeha raghandinê li wezareta derve ya Kazexistanê, Îbîk Semed Yarov ragehand: Tevahîya alîyên pirosêsa Astana gehiştine  paytexta Kazexistanê, Nûr Sultan û di gera çardemîn ji danûstandinên Astanayê de dê pişikdae bin.

Li gor wî berpirsê Kazexistanê, şanda Tirkiyê bi serokatya Sîdad Onal, cêgirê wezîrê derve yê Tirkyê ye û ya Rûsiyê bi serokatîya Alêksender Lavrêntîv, cêgirê wezîrê derve yê Rûsiyê ye. Herweha şanda Îranê jî bi serokatîya mezne alîkarê wezîrê derve ji bo karûbarê sîyasî Elî Esxer Hacî ye.

Li gor ku hatî belavkirin, Gêr Pêdersen, şanderê navdewletî bo Sûriyê weke çavdêr dê amade be di danûstandinê de.

Mjarên gotûbêjan, rewşa parêzgeha Îdilb û brêveçûna karê komîteya destûra Sûriyê dibin.