Dû mûşek li firokexane ya nêvdewletîya Bexdayê ketin xwar

Şeva burî dû mûşek ii nêzîk firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê ketin xwar.

K24- Hewlêr

Şeva burî dû mûşek ii nêzîk firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê ketin xwar.

Şaneya Ragehandina Cengî, ragehand, şeva burî, dû mûşek ji corên Katyuşa li nêzîk firokexaneya nêvdewletî ya Bexdayê ketin xwar.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku ew mûşek li cihek çol hetîne xwar û ti zîyan nebû.

Ev di demekê de ye, he di evê heftîyê de, li şeva 8/12/2019 bi sedema ketine xwar çar mûşekan li firokexaneya Bexdayê 6 kes birîndar bibûn.

Di demên burî çend carên din mûşek arasteya Devera Kesik û firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê hatîne kirin.