Daiş hêriş dike ser çekdarên Sedir û 7an ji wan dikuje li nêzîk Samera
Duhî şevê çekdaên rêkxcistîya Daişê hêriş kirin ser pêgeheke Heşda Şeibî li parêzgeha Selahedîn û 7 ji çekdarên Heşdê kuştin.
K24- Hewlêr
Duhî şevê çekdaên rêkxcistîya Daişê hêriş kirin ser pêgeheke Heşda Şeibî li parêzgeha Selahedîn û 7 ji çekdarên Heşdê kuştin.
Ew hêriş li girava dikeve rojavayê Samera rûda û ev nûtirîn hêrişa xwînrêje ku li deverê rûdide di demkê de ku Bexda û piranîya parêzgehên naverast û başûra Îraqê xwepîşandan têde dihîn encamdan.
Hinek çavkanîyên navxweyî bi Kurdistan24 re ragehandin, ku otombêleke bombkirî xwe bi hêzên (Seraya Selam) a ser bi Muqteda Sedire rêberê Rewta Sedir ve, teqand.
Çavkanîyan gotin jî, Piştî teqînê hêriş û şerî destpêkir û di encam de 7 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.
Heşda Şeibî di pêgeha xwe ya Elikitronî de, ragehand, hêzên lîwa 314 ser bi Seraya Selam berperça hêrişeke çakdarên da.
Cêgierê serok Perlamana Îraqê, Hesen Keibî, di beyaneke serexweşîyê de, got: Em careke din tekez dikîn ku pêwîste hewlên tevaya hêzên ewlekarî yek bixîn li dijî Daişê.
Herweha Keibî ku ser bi Rewta Sedire, got: Divê şîyanên hewalgirîyê li Bexda û parêzgehan bihêt kara kirin û sinûrên hevpişik jî li gel welatên derdor bihên dabînkirin.
Dû sal burîn e bi ser ragehandina têkşikandian Daişê, lê heya niha hêrişna li derdorên bajaran encam dide û şêwaza şerê partîzanîyê girtîye ber cuda ji şêwaza berê. Hinek berpirs jî dibêjin, Daişê, wek berê, şîyana encamdana teqînên mezin li bajarên mezin nemaye.