Serokê berê yê Itilafê, bû damezrênerê Partiya Paşerojê li Tirkiye

Yek ji damezrênerên Partiya Paşerojê ya Ahmet Davudoglu, Serokê berê yê Hevpeymanya Niştimanî yê Opozisyona Sûriyê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Yek ji damezrênerên Partiya Paşerojê ya Ahmet Davudoglu, Serokê berê yê Hevpeymanya Niştimanî yê Opozisyona Sûriyê ye.

Piştî ragihandina Ahmet Davudoglu Serokwezîrê berê yê Tirkiyê ya dest jikar vekşîna ji Partiya xwe, Partiya nû ya bi navê - Partiya Paşerojê, lîsteya endamên damezrêner ên wê Partiyê jî eşkere kir, ku 154 endam in û di nava wan de siyastmedarek Sûrî û Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Xalid Xoce, ku bi navê xwe yê Tirkiyê Alptekîn Hocaoglu , jî heye.

Xalid Xoce, di sala 2015an de wekî Serokê çarem ê Itîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê hatibû hilbijartin.

Xoce , ji dayikbûyê Şamê ye û beşa bizîşkî li Zanîngeha Izmîr a Tirkiyê temam kiriye. Ev yekem karê wî di siyaseta Tirkiyê de ye, piştî karê wî di Encûmena Niştimanî ya Sûrî û Itîlafê de.

 

 

C.B