Kalin: Ti alî giringîyê bi guhertina serokê Sûriyê, Beşar Esed nade
Peyivdarê serokatya Tirkiyê raghand, ti alî giringîyê bi guhertina serokê Sûriyê, Beşar Esed nade.
K24- Hewlêr
Peyivdarê serokatya Tirkiyê raghand, ti alî giringîyê bi guhertina serokê Sûriyê, Beşar Esed nade.
Ibrahîm Kalin peyivdarê serokatya Tirkiyê di sîmînarekê de derbarê rewşa Sûriyê de got: Êdî ti alî giringîyê nade guhertina rjîma Sûriyê û ti givaşan jî nakin bo dûrxistina Beşar Esed ji destihlatê.
Bi gotina wî, civaka navdewletî serkevtî nebû li piştevanîkirina gelê Sûriyê û vedîtina çareyeka sîyasî ji sûryêy re.
Kaln derbarê rewşa Idilbê jî got, encamên her operasyoneke serbazî li wê parêzgehê dê gelek xirab bin û Tirkiye û Ewropa dê hevrûşî pêleke dîya a penaberan bibin.