Daişê li Başûrê Mûsilê hêriş kir

Çekdarên Daişê li nahye ya Badoş li başûrê Mûsilê hêrişkirin û efeserek li gel dayîk û hevjîna wî jî kuştin.

K24- Hewlêr

Çekdarên Daişê li nahye ya Badoş li başûrê Mûsilê hêrişkirin û efeserek li gel dayîk û hevjîna wî jî kuştin.

Çavkanîyeke ewlekarîyê li parêzgeha Neyenewa ragehand, çekdarên Daişê bi ser mala efserke sûpayê Îraqê dadane li nahye ya Badoş li Başûrê Mûsilê û ew û dayîk û jina wî kuştine û dûv re jî ber bi ciheke winda revîyane.

Hevdem di dema berperçdana hêrişeke dî ya Daişê bo ser bîrên petrolê li başûrê Mûsilê, dû çekdarên Daişê hatin kuştin û yekek dî jî birîndar bû.