Mewlûd Çawîşoglû: Sizadan û zimanê gefê li gel Tirkiyê ti berhem nabin
Mewlûd Çawîşoglû, wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand: Sizadan û zimanê gefê li gel Tirkiyê ti berhem nabin û pêwîste Emerîka evê xalê bi başî bizane.
K24- Hewlêr
Mewlûd Çawîşoglû, wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand: Sizadan û zimanê gefê li gel Tirkiyê ti berhem nabin û pêwîste Emerîka evê xalê bi başî bizane.
Wezîrê derve yê Tirkiyê di 19mîn dîdar Dewhe de li Qeterê gotarek pêşkeş kir û got: Siza û zimanê gefê ti berhemek nîne, bi nerîna min Emerîka jî evê yekê baş dizane, lew jî Donald Tiramp bi xwe jî dijî sizadan a Enqere ye. Heke Waşintun sizaya Enqereyê bide, wê demê Em jî dê bersiva wê bidîn.
Çawîşoglû, dibêje: Ez naxwazim behsê xirabtirîn sînaryo bikim di peywendîyên navbera herdû welatan de li dema sepandina sizayên Emerîkayê. Çunku Tirkiya hewla nehêlana arêşeyên helawîstî dike di navebera Enqere û Waşintunê de bi rê ya danûstandinan û dûr ji sizadanê.
Tevî vê yekê jî, wezîrê derve yê Tirkiye got: Emerîka hevpeymanê Tirkiyê ye û peywendîyên me li gel Tiramp, heya astekê, Başin û me hinek arîşe di peywendîyên xwe de li Kongirêsê hene.
Herweha ameje bi wê yekê kir: Dema em biryarê didîn ne ji wê nerîngehê ve ye ku welatekê li ser hisaba welateke din heldibjêrîn, lê em hewla hevsengîyê didîn. Di demekê de ku Waşintun ji Kirrîna sîstema berevanîya S400 Rûsiyê nîgeran û dije.